‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê ji bo Rêber Apo şert û mercên xebat û jiyana azad, bên afirandin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê ji bo Rêber Apo şert û mercên xebat û jiyana azad, bên afirandin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari derbarê geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li navenda giştî ya partiyê xwe daxuyanî da.
Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de helbestvan Ahmet Tellî ku duh jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku îro salvegera şewitandina çekan e û rojeva wan a civîna çapemeniyê jî di vê derbarê de ye û wiha got: “Em di merhaleyeke girîng de ne. Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun dibêje; ‘Aştî dilpakiya herî mezin a mirovahiyê ye’. Mehmet Uzun dipirse; ‘Çima Tirkiye ji vê yekê mehrûm bimîne?’ Em jî heman pirsê dipirsin. Em weke DEM Partiyê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê vê daxwazê dikin.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew dê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de weke Meclisa Partiyê 2 rojan civînê lidar bixin û wiha axivî: “Ji bo aştî û demokratîkbûyîn pêk were divê çi were kirin em dê di van civînên xwe de binirxînin. Aştî berpirsyariyeke mezin dixwaze. Merasîma şewitandina çekan ne tiştek ji rêzê bû. Wê rojê em li wir bûn. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl jî li wir bûn. Wê rojê baweriya me ya aştiyê hê xurttir bû. Em li wir bi hêvî û baweriyeke mezin vegeriyan. Çek di agir de şewitîn. Ew agir banga aştiyê bû. Wê rojê têkoşîna çekdarî veguherî têkoşîna demokratîk. Wê rojê ne tenê çek di heman demê de hincetên li pêş aştiyê asteng bûn jî şewitîn. Pirsgirêka Kurd di çerçoveyeke teng a ewlehiyê de nayê hepskirin. Divê tu dayik negirî û nasname û zimanê tu netewê neyê înkarkirin. Wateya 11ê Tîrmehê ev bû. Divê ev yek baş bê famkirin. Li cihe ku merasîm pêk hat jî pirr girîng bû. Şikefta Casena li şûna ku Şêx Mahmud Berzencî xwe spartibûyê.”
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku banga Rêber Apo deriyek nû vekir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên rêxistinê ku çekên xwe şewitandin li bendê ne ku di wî deriyê de werin. Ji bo wê jî berpirsyarî ya dewlet, desthilat û Meclisê ye ku qanûnên pêwîst çêbikin. Lê tevî ku salek bi ser şewitandina çekan re derbas bû jî gavên pêwîst nehatin avêtin. Dikarin şert û mercên birêz Ocalan baş bikin, girtiyên siyasî berdin û sepana qeyûman bi dawî bikin. E ne qenciyek e lê pêdiviya pêvajoya aştiyê ye.”
Tulah Hatîmogullari bal kişand ser Lûtkeya NATO’yê ku li Enqereyê hate lidarxistin û wiha pêde çû: “Di lûtkeyê de jî xuya bû ku şerên nû li pêş me ne. Di pêvajoyeke wisa de xurtkirina çareseriya hundirîn ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka ‘terorê’ nayê pênasekirin. Ev yek berovajî ruhê pêvajoyê ye. Em binêrin di salekê de kî çi kir, kî çi nekir. Tevgera Kurd li gorî banga birêz Ocalan hemû berpisyariyên xwe bi cih anî. Lê tişta ku dikeve ser milê dewletê, nekir. Şert û mercên birêz Ocalan nehatin başkirin. Girtiyên siyasî nehatin berdan. Sepana qeyûman nehat bidawîkirin. Zimanê qirêj li ser medyayê hê jî tê bikaranîn. Li dijî hemû muxalefetê zext û tundî berdewam dikin.”
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku divê êdî şert û mercên Rêber Apo bên sererastkirin û got: “Birêz Ocalan sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye. Heke şert û mercên wî neyên başkirin dê pêvajo çawa encam bigire? Sermuzakerevan heke nekaribe li her derê biaxive, fikir û rêmanên xwe ji civakê re parve neke wê çawa pêvajo li pêş bikeve? Hemû gavên hatine avêtin li ser banga birêz Ocalan hatine avêtin. Birêz Ocalan komareke demokratîk ku hemû netew û bawerî bikaribin bi hev re bijîn pêşniyar dike. Komara demokratîk rûmeta hemû welatiyan e. Di komara demokratîk hemû kes wekhev dijî. Divê qanûna çarçoveyê di vê mehê de derbikeve. Her wiha divê ev qanûn weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin û neyê kategorîzekirin. Divê em vê firsendê taloq nekin û bi hev re derî li şer bigirin û heta dawî deriyê aştî û demokrasiyê vekin.”
Tulay Hatîmogullari derbarê amadekariyên kongreya mezin a partiya xwe de jî diyar kir ku ew dê ji bo pêvajoyê xebatên xwe xurttir bikin û wiha got: “Firsendek mezin li pêşiya Tirkiyeyê heye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê ji hemû kesên li Tirkiyeyê re aramiyê bîne. Ji ber wê jî divê hemû welatî xwedî li pêvajoyê dervikevin û vê pêvajoyê tenê nedin ser milê gelê Kurd. Divê hemû gel bi hev re xwedî li pêvajoyê derbikeve. Em li vir bang li desthilatê jî dikin; divê qanûna çarçoveyê di vê mehê de bînin rojevê û li gorî pêşniyaran qanûneke ku çareseriyê pêk bîne bê çêkirin.”